dil
دل- 1
Kalp, yürek, gönül
Dilê wî bi kul e
Yüreği dertlidir, kederlidir.
Perîxatûnê tu gilî nedît, wekî ber dilê xwişka xwe ya ezîz da bihata
Perihatun, aziz kız kardeşini teselli edecek hiçbir söz bulamadı.
Ezê heqê we bi dilê we bidim
Size gönlünüze göre, dilediğinizce mükâfat vereceğim.
Qîzik ne bi dilekî dilketiye, bi heft dilan dilketiye
Kız bir yürekle değil, yedi yürekle birden âşık olmuş.
Ez fikirîm, paşê min dil kir, wekî wî teyrî ji xwe ra bigirim
Düşündüm, sonra o kuşu kendime yakalamaya niyetlendim.
Ew usa dir bûn, ku kesekî dil nedikir nêzîkî pez bibe
Öylesine yırtıcıydılar ki kimse koyunlara yaklaşmaya cüret edemezdi.
Bira dilê te ji min nemîne
Yeter ki gönlün bana kırılmasın.
Tiştê ku dilê wî dixwest ji xwe re kirî
Gönlünün çektiği her şeyi kendine satın aldı.
- 2
iskambilde kupa rengi
Di dewra lîstikê de hevalekî min got: "Dil li min hene, ez ê vê lîstikê bibim."
Oyun sırasında bir arkadaşım dedi ki: "Bende kupa var, bu oyunu ben kazanacağım."